Li kêleka peyarê kevirekî reş î xweşik bala min dikişîne. Xuya ye ji asfaltê rabûye. Çendekî wisa li
kevir dinêrim. Gelo kîjan çalakvan dê vî kevirî biavêje. Lê tu kes nayê wî kevirî ranake. Çavên min
di kevir de asê mane. Edî ez nema li tiştekî din dimeyzênim. Kevir ji min re bûye derd. Ez di dilê
xwe de dibêjim, divê yek vî kevirê xweşik biavêje. Lê tu kes wî kevirê rindik nabîne. Ji vir de ji wir
de keviran tînin û diavêjin, lê wekî ku ew kevir nayê dîtin kes dest nadiyê. Belkî jî her kes wî
kevirî ji min re dihêle. Erê eynî wisa ye. Piştî ku ez vê rastiyê dibînim, kevir hê zêdetir bala min
dikişîne.
Wekî ku kevir jî li benda min e. Ew jî bi melûlî li min dinêre. Ji kêleka peyarê gazî min dikir. Çav li
min dişikand. Bi min re dikeniya. Digot, Were, were min hilde û biavêje wî serê mezin. Ez
kevirên te me. Heke ez wî kevirî hilnedim dê wisa ji cengê dûr bimîne. Ma çi heqê min heye ku
ez vî kevirê xweşik ji cengê dûr bihêlim.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786057478283
Yayın Tarihi :2021-11-16
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :112
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Delîl Payîz
İlgili Eserler