Di sala 1884an da hatîye nivîsandin. Sernavên wê, hemî bi Kurmancî ne. Ji 20 sernavan pêk tê. Bi giştî ji 1879 beyt (malik) in. Ew bi wezna arûzê û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin. Mecnûnî,, digel peder bi meş hat Babê wî, gelek bi dilkî xweş hat Hatin ku di konê bûne sakîn Walîde û cumle ehil, hatin Wan, kir'ne tesellî boyî Mecnûn Bes tu birijîne eşkê pur-xûn Bo xatirê wan du-sê eyyaman Rûniştî, di gund de; bûye mîhman Hasil, nedişî bike sikûnê Her, fikr û xiyalê wî, li çûnê Behra dilê wî, bi pêl û coş hat Bêhemdî, bi gazî û xuroş hat Dîsan kete çol û deşt û sehran Mesken tune, şubhê avê behran Her dem bi hewar û wayê weyla Dewran dike, ew bi 'işqê Leyla
Format | :Kitap |
Barkod | :9786257304184 |
Yayın Tarihi | :2021-09-22 |
Baskı Sayısı | :1.Baskı |
Sayfa Sayısı | :336 |
Kapak | :Karton |
Kağıt | :Kitap kağıdı |
Boyut | :135 X 210 |
Çevirmen | : | Mehmed Emin Hevidar |
Yazar | : | Şêx Mihemed Can |